Emre Aytekin
11 Adar 2023•Rojanekirin: 12 Adar 2023
Li Çînê Lî Çîangê sekreterê berê yê Partiya Şanghayê û endamê Komîteya Daimî ya Partiya Komunîst a Çînê bû serokwezîrê nû.
Li paytext Pekînê di Kongreya Gel a Neteweyî ya Çînê da Şî Cînpingê Serokê Dewletê, Lî Çîang ji bo serokwezîriyê namzed nîşan da.
Lî Çîang di Lijneya Giştî ya Kongreya Gel a Neteweyî ya Çînê da raya 2 hezar û 936 delegeyan hilda û bû serokwezîrê nû.
Di dengdayînê da 3 ray dijî wî hatin avêtin û 8 ray jî bêalî man.
Piştî hilbijartinê Şî Cînping Biryarnameya Serokatiya Dewletê ya ji bo tayînkirina Lî Çîang îmze kir.
Li gor Destûra Bingehîn ya Çînê serokwezîr du heyaman dikarin li ser wezîfeyê bimînin. Lî Kiçîangê di salên 2013-2018 û 2018-2023yan da 10 salan serokwezîr bû wezîfeya xwe dewrî xelefê xwe kir.