İbrahim Atmaca
06 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2018
QUDS
Ji 130î zêdetir cihûyên tundraw bi polêsên Îsraîlê ra li Bajarê Kevin ê Qudsa Rojhilatê avêtin ser Mescida Eqsayê.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Ofîsa Çapemeniyê ya Îdareya Weqfên Îslamî yên Qudsê hat dayîn, îro danê sibê 135 cihûyên tundraw bi polêsên Îsraîlê ra ketin hewşa Harema Şerîf.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku jin û zarok jî di nav da cihûyên tundraw demekê li nav hewşa Mescida Eqsayê geriyan.
Duh jî ji 150î zêdetir cihûyên tundraw bi polêsan ra avêtibû ser Harema Şerîf.
Ji ber zextên cihûyên tundraw li herêmê rageşî zêde dibe û di navbera Filistînî û polêsên Îsraîlê da rageşî dertê.
Mescid qibleya ewil a misilmanan e.
Cihû bi îdiaya ku bermahiyên Mabeda Silêman di binê Kulliyeya Mescida Eqsayê da ye, bin kulliyeyê dikolin û îdia dikin ku mafên wan jî heye ew li erema Şerîf îbadetê bikin.