Hemn Baban
03 Nîsan 2017•Rojanekirin: 04 Nîsan 2017
MÛSIL
Muzexaneya Mûsilê ya tarîxî piştî operasyona rizgarkirina bajêr, ji destê DEAŞê hat derxistin lê belê bi kavilî.
Muzexaneya tarîxî ya Mûsilê, gelek berhemên kevnare yên aîdî netew û şaristaniyên li ser wê erdê di xwe de vedihewand. Piştî ku DEAŞê ew der bi dest xist hemû asar û berhemên giring bi balte, hors û çakûçan şkandin.
Dema ku aliyê çepê yê bajêr ji destê DEAŞê hat derxistin û muzexane jî rizgar bû, hat dîtin ku tenê kavilxaneyek ji muzexaneyê maye.
Muzexaneya Mûsilê, digel Nirgal, deriyê bajêr, Nemrûd û çend cihên din xisara herî mezin dîtiye.
Çavê hemû dinyayê di esnayê şkandina berheman de li ser vê muzexaneyê û asarên di nav wê de bûn. Dema ku dîmenên şkandina peykeran belav bû hemû dinyayê nerazîbûnên tund nîşan dan.