Hemn Baban
03 Nîsan 2017•Rojanekirin: 05 Nîsan 2017
MÛSIL
Şerê kolan bi kolan ê di navbera Artêşa Iraqê û rêxistina terorî DEAŞê de ji aliyê tîma AAyê ve hat qeydkirin. Tîma AAyê herwiha malwêranî û kavilkariya navenda Mûsilê ya ku piştî şer hat meydanê jî kişand.
Şerê nav sikakan li Mûsilê berdewam e. Hêza Polêsê Ferderal û Hêza Dijeteror li navenda bajêr sîng bi sîng li dijî DEAŞê şer dikin û mucadeleya wê yekê didin ku Mûsilê di zûtirîn demê de paqij bikin.
Êrişên esmanî û topbarana bejahiyê li ser çekdarên DEAŞê her didome. Lê ji ber ku DEAŞ mirovên sivîl dike mertal operasyon hêdî bi rêve diçe û xelasiya bi temamî jî dereng dikeve.
Tîma AAyê ket nav şerê kolanan û dîmenên şer ên balkêş kişandin. Li wan cihan hê jî DEAŞiyan xwe veşartiye û bi nîşangiran hêzên Iraqî dikin amanc.
Fermandeyê Polêsê Federal Îmad Xelef Ebdullah, der barê rewşa şer de ji peyamnêrê AAyê re ragihand ku ew ji bo xelkên ji destê DEAŞê direvin dibin arîkar.
Ebdullah diyar kir ku ew hewl didin di zûtirîn demê de DEAŞê ji Mûsilê derxin û bikin ku xelk vegere malên xwe.
Ewî got li gor texmînên wan tenê 500 çekdarên DEAŞê li aliyê Mûsilê yê rastê mane û got: "Bi texmîna me jimara wan nêzîkî 500 kesî ye. Tektîka wan nîşangirî ye. Herwiha bi wesayitên bomberêjkirî êriş dikin. Herçiqas şerê sikakan li gor şerê asayî giran be ejî em hewl didin serdest bibin."