03 Nîsan 2017•Rojanekirin: 03 Nîsan 2017
MOSKOVA
Di metroya St. Petersburga bajarê Rûsyayê da teqîn çêbû. Ajansa nûçeyan a ûris TASSê ragihand ku di teqîna li metroya St. Petersburgê da heya niha 10 kes mirin.
Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn der heqê teqînên metroya St. Petersburgê da got ku êrişa terorê di nav îhtimalan da ye. Pûtîn ji Serokê Servîsa Ewlehiya Federal (FSB) rapor hilda, sersaxî da xizmên kesên ku di teqînan da mirin.