ANKARA
Li gor daxuyaniya Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-mon, rûdanên li Misrê bi fikar dişopîne û ji ber qedexeya li ser xweîfadekirin û çapemeniyê wî dixe nav fikaran.
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku di navbera çalakvanan de pêvçûnên tund derdikevin. Hin çalakvan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin û bûyerên destavêtinên "tirsnak" hatine rapor kirin. Ji aliyê din ve hat gotin ku Sekreterê Giştî Ban Ki-mon ji hêzên Misrî xwest ku çalakvanan biparêzin û rê li ber pevçûnan jî bigirin.
Ban Ki-mon anî ziman ku divê çalakvan mafên xwe yê çalakiyê aştiyane bi kar bînin. Gelê Misrê ji heyameke krîtîk re derbas dibe. Divê desthilatdariyê bidin reveberiya sîvîl, hewce ye ku her du alî, bi hev re ji bo nîzameke qanûnî û reveberiya demokratîk bixebitin.