Di daxuyaniya Konseya Şoreşa Giştî ya Sûriyeyê (KŞGS) de hat diyarkirin ku navçeya Meyadîna ku li ser sînorê Iraqê ye li tanga xaçerêya Nadiyê erebeyeke bombebarkirî hat teqandin.
Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku di bûyerê de 10 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku kesên ku di teqînê de birîndar bûn bi ambulansa ve rakirin nexweşxaneyan û di teqînê de li der û dorê cihê ku bûyer lê qewimî zirareke mezin çêbû.
Di daxuyaniyê nehat diyarkirin ku kê bûyer kiriye.