Li gor agahiyên ji çavkaniyên Nexweşxaneya Dewletê ya El-Cumhûriyê hatin hildan, balafirên şer êrîşî girtîgeha ku li taxa eş-Şifayê ye, kirin. Hat destnîşankirin ku komên çekdar ên ku di serkêşiya Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) de tevdigerin, ev girtîgeh wek navend diemilandin û di girtîgehê de de êsîrên sivîl jî hebûn.
Hat ragihandin cinazeyên 15 êsîrên sivîl jî tê de 30 cinaze anîn nexweşxaneyê.
Ji hêla din ve hat destnîşankirin ku kesên birîndar jî hene û rayedarên Iraqê der barê êrîşê de hê daxuyanî nedane.
Artêşê îro jî ragihandibû ku di operasyona li Ramadiyê li dar xist de 35 milîtanên DÎŞIyê kuştine.