ANKARA
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, yekîneyên îstixbarata tirkan cihê mala ku Aygun li Sûriyê bi destê milîsên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) ku têkiliya wan bi el-Qaîdeyê re heye dîl dihate girtin tesbît kir.
Wezareta Karên Derve kete dewrê û endamên koma "Eniya Îslamê" ya girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) herêma ku mal li wir e dorpêç kirin û piştî pevçûnên ku bi qasî 4 rojan berdewam kirin, Aygun rizgar kirin.
Endamên koma Ehraru'ş Şama girêdayî Eniya Îslamê ya ku Aygun xilas kirin, milîsên DÎŞIyê yên ku rojnamevan êsîr girtibûn, dîl girtin.
- Kesên ku ez êsîr girtibûm, dîl girtin
Rojnamevan Aygun pêvajoya azadiya xwe qise kir û got ku ez jê bawer bûm ku serokwezîrtî û Wezarata Karên Derve ketiye dewrê û bi vî awayî li bendê bûm ku wê bên û min xelas bikin.
Aygun diyar kir ku rêxistina ku ew revandibû bi El Qaîdeyê re têkildar e û got ku "tam negotin lê ez dizanim ku DÎŞI ye. Ji ber ku gotinên wan yên curbicur hebûn."
Bunyamîn Aygun got ku AASê di rojên dawîm yên êsîrtiya min de operasyoneke berfireh dabû destpêkirin û wiha axivî: "Ew cihê ku em herî dawî li wir bûn 3 û 4 roj bûn ku pevçûnan berdewam dikir. Min digot dibe ku her dem bombeyek bikeve li ser me. Pevçûn li ber çavên me diqewimîn. Lê bila sax bin, bi telîmata birêz Serokwezîrê me Wezareta Karên Derve ket dewreyê, tabî divê mirov hewldanên ÎHH Weqfa Arîkariya Mirovahiyê, Cemiyeta Rojnamevan û Foto Muxabirên Tirkiyeyê jî ji bîr neke. Her hewldanên van dibû wesîle ku ew ji bo min baştir tevbigerin."