ENBAR
Hat ragihandin ku li bajarên Fellûce û Ramadiyê yên Iraqê şer dewam dike. Di encama şer de 8 kes mirin û 66 kes jî birîndar bûn.
Serokê eşîra el-Cûreysat Mecîd el-Cûreysî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku herî zêde şer li herêma başûrê rojhilatê Fellûce û li ser rêbeja navneteweyî ya ku Bexda Sûriye û Urdinê bi hev ve girêdide diqewime.
Cureysî, îdia kir beşek mezin ji mensûbên Dewleta Îslamî ya Şam a Iraqê (DÎŞI) ji herêma Anbarê çû. Şer di nav refên artêşê yên çekdar û mensûbên eşîretê yên çekdar de dewam dike. Hat îfade kirin ku di şerê îro qewimî de 8 kes mirin û 66 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku bi hezaran kesên herêma Fellûceyê ji ber şer û birçîbûnê, ji herêmê koç kirin. Li gor agahiyan ji ber şer û pevçûnên li herêmê diqewimin, 9 hezar malbatan mal û milkê xwe tirikandin û xwe spartin herêmên derdorê.