KAHİRE/İSMAİLİYE
Li Misrê xwepêşanên derbenaxwazan yên bi navê "Îna Xeddar" piştî nimêja înê li gelek deveran dest pê kir.
Artêşê li ser rêyên qadan barîqat danîn ku bile tu kes nekeve qadan. Ji bilî vê li bajarê Îsmailiyeyê gule berdan xwwepêşandêran û bûn sedema mirina herî kêm 14 kesan. Hat zanîn ku yek ji miriyan jin e.
Hate eşkerekirin ku leşkeran xwepêşandêran gulebaran kirin.
Bijîşkê nexweşxaneya qadê ya mobîl Ahmed el Leben ragıhand ku, yek ji wan jin gelek cinaze hatin nexweşxaneyê û ji bilî wê jî 2 kes jê giran bi tevahî 22 kes jî birîndar bûne.
Hat zanîn ku li qada Ramsesê jî gule berdan xwepêşandêran.
Hêzên Ewlehiyê yên Misrê li rojavayê Qahîreyê li cadeyekê Gizayê û li bajarê Tantayê jî gule berdan xwepêşandêrên derbenexwaz.
Beşdarbûna xwepêşanên derbenexwazan zêde ne
Li bajarên wek Îskenderiye, Hûrgada, Mansûra, Marsa Matrûh û El Arîşê nimêjên înê wek xwepêşanan derbas bûn û dan zanîn ku beşdarbûn gelek zêde ye.
Xwepêşan li 27 bajar û 11 navçeyên li welêt pêk hatin.
Cinazê keça Bîltacî dê îro bê binaxkirin
Keça ji serokên Îxwanê Mûhamed Bîltacî di qetliyama ku li ser derbenexwazan de hat kirin de mir. Dê cinazeyê keça Bîltacî li Mizgefta El Selamê li 7. Herêma Nasr Cityê li nêzî qada Rabiatul Adewiyyeyê bê rakirin.
Her wiha îro jî dê dîsa cinazê hin qurbaniyên qetliyamê jî dê werin binaxkirin.