Haydar Şahin
19 Nîsan 2019•Rojanekirin: 20 Nîsan 2019
Googleya saziya teknolojiyê hesabên li ser Youtube û Gmaîlê yên 2 saziyên medyayê yên bi zimanên biyanî weşanê dikin ên girêdayê têlevîzyona dewletê ya Îranê asteng kirin.
Li gor daxuyaniya Press TVya têlevîzyona dewletê ya Îranê ya ku bi Îngilîzî weşanê dike, hat diyarkirin ku hesabên Press TV û Hîspan TVya bi Îspanyolî weşanê dike hatin astengkirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Googleyê bêyî agahdarkirin hesabên Youtube û Gmaîlê yên fermî yên Press TV û Hîspan TVyê bi hinceta îxlalkirina rêgezên şirketê asteng kir."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku vîdeo hê tên temaşekirin lêbelê ji ber astengê nikarin li hesab naverokê zêde bikin.
Press TVyê got ku Google piştgiriyê dide mueyîdeyên rêveberiya Amerîkayê, medyaya Îranê dixe hedef. Googleyê hê der barê mijarê da daxuyanî neda.
Ji vir demekê berê Instagramê piştî ku Amerîkayê Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê bi fermî tevlî lîsteya rêxistinên terorê yên biyanî kir hesabê Tumgeneral Mihemed Baqirîyê Sererkanê Îranê û fermanadrên payebilind û rayedarên têkildarê Artêşa Mihafizên Şoreşê girtibû.
Amerîkayê di 8ê nîsanê da îlan kir ku Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê tevlî lîsteya rêxistinên terorê yên biyanî kiriye. Li ser vê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê jî diyar kiribû ku Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) tevlî lîsteya rêxistinên terorê kirine.