Elif Orhan
19 Nîsan 2019•Rojanekirin: 20 Nîsan 2019
Li Sûriyeyê di navbera hêzên Rûsya û Îrana ku piştgiriyê didin rejima Beşar Esed da li bajarên Dêrazor û Helebê pevçûn derketin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî yên li Heleb û Dêrazora bajarên Sûriyeyê ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin di navbera polêsên eskerî yên Ûris ên li Mayadîna navçeya Dêrazorê bi cî bûyî û Mihafizên Şoreşa Îranê da pevçûn derket.
Hat îdiakirin ku di pevçûnê da 2 Îranî mirin, 4 eskerên Ûris jî birîndar bûn.
Îran û Rûsyayê hê daxuyaniyeke fermî nedan.
Çavkaniyan dan zanîn ku duh nêzî Balafirgeha Helebê ya ku lê terorîstên biyanî yên ku Îran piştgiriyê didin gelek in jî di navbera Ûrîs û komên ku Îran piştgiriyê dide wan da pevçûn çêbûn.
Li Hemaya bajarê Sûriyeyê di meha kanûna paşîn da jî di navbera "Yekîneya 5emîn a Hêzên Piling" a ku Rûsya piştgiriyê didê û "Firqeya 4emîn" a ku Îran piştgiriyê didê û di bin fermandariya Mahir Esedê birayê Beşar Esed da pevçûnên mezin derketibûn.