Ahmet Karaahmet,Mehmet Burak Karacaoğlu
23 Mijdar 2023•Rojanekirin: 24 Mijdar 2023
Hat îdiakirin Îsraîlê li dijî hin cihên li paytextê Sûriyeyê Şamê êrîşa asîmanî pêk anî.
Di nûçeya ajansa nûçeyan a rejima Esed SANAyê ya ku spartin çavkaniyên eskerî da hat îdiakirin, bi dema herêmî di saet 15.10an da çend cihên li derdora Şamê bûn armanca êrîşa asîmanî.
Di nûçeyê da wiha hat gotin, "Pergalên me yên parastina asîmanî ji 2 fuzeyên ji milê Girên Golanê hatin firandin yek daxist. Di êrîşê da xesar çêbû."
Ji meqamên Îsraîlê der heqê êrîşê da daxuyanî nehat dayîn.
Tê zanîn li herêmên Şam û gundewarên wê ji xeynî artêşa Sûriyeyê, komên terorîst ên Îran li piştê ye û unsûrên Hizbullahê jî hene.
Îsraîl ji sala 2011an a destpêka şerê navxweyî û vir va li Sûriyeyê car carî êrîşan dibe ser ciyên eskerî yên rejimê û her wiha yên komên Îran li piştê ye.