29 Adar 2018•Rojanekirin: 29 Adar 2018
MÛSIL
Qasim Şeşoyê fermandarê pêşmerge yê li Şingala navçeya Mûsila Iraqê got ku komên çekdar ên girêdayî PKKya rêxistina terorê di bin navên cuda de li herêmê xuya dikin.
Şeşo bi yekîneyên xwe re nêzî navçeya Şingalê bi cî bûn û daxuyaniya ku da nûçegihanê AAyê de got ku "Komên çekdar ên girêdayî PKKê di bin navên cuda de li Şingalê hebûna xwe dewam dikin û bi Heşda Şabiyê re jî di nav piştevaniyê de ne."
Şeşo got ku artêşa Iraqê li navenda navçeya Şingalê û bajaroka Sinûnê tam bi cî bûye û wiha axivî: "Lê belê hêj tam diyar nîne ka dê komên çekdar ên girêdayî PKKê Şingalê biterikînin an na."
Şeşo got ku "Li Şingalê jimara komên çekdar ji hezarî zêdetir e û piraniya wan ji êzdiyên li herêmê pêk tê."
Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevpar ê Iraqê Tumgeneral yehya Resûl di daxuyaniya ku yekşema borî dabû nûçegihanê AAyê de diyar kiribû ku yekîneyên girêdayî Lîvaya 15emîn derbasî navçeya Şingalê û bajaroka Sînûnê bûn û bi çekên giran lki herêma ku PKK jê vekişiya bi cî bûn.
PKKya rêxistina terorê di 3yê tebac-xa 2014an de bi hinceta êrîşa DEAŞê ya ser êzdiyên li Şingalê li herêmê xuya kiribûn.