Elif Orhan
29 Adar 2018•Rojanekirin: 29 Adar 2018
SILÊYMANÎ
Heyeteke ji hikûmeta navendî ya Iraqê ji bo ku cihê Sertek-Pişte ya ku di navbera Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) û Îranê de ji bo derbasbûnên xeyrîresmî tê bikaranîn bikin deriyê gumrikê lêkolîn kirin.
Lijne hat cihê derbasbûnê ya xeyrîresmî ya Sertek-Pişteyê ya li Derbendîxana navçeya Silêmaniyê û bi rayedarên wir re hevdîtin kir û binesaziya cihê derbasbûnê kontrol kir.
Şakir Ebasê Berpirsê Operasyonên Deriyê Sînor ê Iraqê yê ku serokatiya lijneyê kir di dema lêkolînê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku jib o ku cihê derbasbûnê bibe deriyê gumrikê yê navneteweyî di cî de avakirina mekanîzmayeke guncav teqîb kirin.
Ebas got piştî ku lêkolîn temam bûn dê raporek amade bikin û pêşkêşî rayedarên li Bexdayê bikin.
Serokê lijneyê Ebas bi vîr xist ku di navbera sînorê HKI û Îranê de ji yekî zêdetir cihên derbasbûnê yên xeyrîresmî hene û da zanîn ku ji bo ku ew jî fermî bibin xebat erênî didomin.
Salar Ebdûlahê Nûnerê Waliyê Silêmaniyê beşdarî lêkolînên li sînor bû û agahî da ku ji bilî Sertekê si nav sînorên eyaletê de 3 cihên derbasbûnê yên din hene ku li bendê ne ku bibin deriyên sînor.
- Deriyên gumrikê yên berdest
Îran li ser xeta sînor a bi tevahî hezar û 450 kîlometroyî ya bi hikûmeta navendî ya Iraqê û HKIyê re de xwediyê 8 deriyên gumrikê ye.
Di navbera HKI û Îraê de li wilayeta Silêmaniyê Perwezxan, Başmax û li wîlayeta Hewlêrê Hacî Omeran bi tevahî 3 deriyên sînor hene. Hemû deriyên sînor navneteweyî ne û hem ji bo derbasbûnên bazirganî hem jî ji bo rêwiyan tên bikaranîn. Digel 3 deriyên gumrikê yên fermî di navbera HKI û Îranê de bi navê Sertek, Seyrabend, Kele û Tevelayê 4 cihên derbasbûnê yên nefermî hene.