SEÛL
Li nêzî qeraxê başûrê Koreya Başûr hefteya borî ferîboteke binav bûbû. Ji ber vê qezayê heta niha 150 kes mirin û 152 kes jî hêj winda ne. Ji bo dîtina wan kesên winda jî xebatên lêgerînê didomîn. Ajansa nûçeyan a Yonhapê duh hejmara miriyan wek 104 eşkere kiribû.
Ferîbota ku 6 hezar û 820 ton bû ji bajarê Incheonê diçû girava Jejûyê, dema ku 20 kîlometre ji girava Byûngpoong dûr bû peyama alîkariyê ji ewlehiya peravê re şandibû û piştî wê jî bi awayekî lez binav bû.
Di ferîbotê de 476 rêwî hebûn û ji wan rêwiyan piraniya wan jî xwendekarên lîseyê bûn û ji bo gerê derketibûn.
Piştî qezayê kaptan jî di nav de 7 xebatkarên ferîbotê hatin binçavkirin. Tê gotin muretebatê ferîbotê ji ber ku di tehliyekirina rêwiyan de bi ser neketine rêwî bi mirinê re rû bi rû hiştine û bi vê hincetê jî tên sûcdarkirin.
Der heqê qezayê de jêpirsîn didome lê Serokomarê Koreya Başûr Park Geûn-hye, tevgera xebatkarên ferîbotê wek "qetl" dibîne.