Hamdi Yıldız, Ramzi Mahmud
31 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2026
Endamê Buroya Siyasî yê Hemasê Xazî Hemed diyar kir ku wan pakêteke berfireh qebûl kiriye ku tê de vekişîna Îsraîlê ji Xezeyê, ji nû ve avakirin, bicihkirina hêzek navneteweyî û girtina berpirsiyariyên Komîteya Neteweyî hene.
Berpirsê Hamasê Hemed ji AAyê ra got ku wan li ser pakêteke berfireh a ku vekişîna Îsraîlê ji Xezeyê û jinûva avakirina wê tê da ye, lihevkirinek pêk anîne.
Hemed destnîşan kir ku peymana Xezeyê lihevkirinek eli ser prensîbên giştî dihewîne, û dê paşê dewreyeke nû ya danûstandinan were lidarxistin da ku mekanîzmay û demên pêkanînê werin destnîşankirin.
Hemed, bi bîr xist ku wan peymana pakêta berfireh qebûl kiriye ku tê de vekişîna Îsraîlê ji Xezeyê, ji nû ve avakirin, bicihkirina hêzek navneteweyî û girtina erkên Komîteya Neteweyî hene, û wiha got:
"Heke Îsraîl erkên xwe yên di bin peymana Xezeyê da bicîh neyne, em ê yên xwe jî bicîh neynin. Heta ku pêkanîna qonaxa berê temam nebe, em ê bi tu awayî neçin qonaxa din."