HEWLÊR
Wezîrê Çavkaniyên Siruştî yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Hewramî diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsa sotemeniyê, wan biryar da ku bi rêya şirketên taybet rafîneriyeke nû ava bikin.
Hewramî di daxuyaniya xwe de wiha got: "Di 3 rafîneriyên li herêma Kurdistanê de rojê 3 milyon û 200 hezar lître nefta xam tê parzûnkirin. Lêbelê li beramberê vê rojê 7 milyon lître neft tê xerckirin. 3 milyon û 800 hezar lître neft kêmasiya me heye. Me berê bi nefta rafîneriya Beciyê ev kêmasiya xwe pêk dianî. Lê piştî êrîşên DÎŞIyê sewqiyat rawestiya."
- "Em ê rafîneriyeke nû ava bikin"
Hewramî bal kişand ku li herêma Kurdistanê ji xeynî van 3 rafîneriyên mezin bi qedera 100 rafîneriyên din ên piçûk jî hene, lê ev kêrî wan nayên û wiha domand: "Me biryar da ku bi rêya şirketên taybet rafîneriyên nû ava bikin. Piştî ku ev rafînerî hatin avakirin em ê milyon û nîvek lître nefta din jî rafîne bikin. Bi vî hawî em ê rojê 4 milyon û 700 hezar lître neft rafîne bikin."
- "Ji Tirkiyeyê 2 milyon lître sotemenî tê"
Aştî Hewramî got ku ji bo çareserkirina pirsa rêzên dirêj ên li pêşiya îstasyonên neftê wan destûr da hemû şirketên taybet ku ji derva neftê bînin û wiha dewam kir:
"Me hemû astengiyên li pêşiya îtxalkirina neftê rakir. A niha ji Tirkiyeyê rojê 2 milyon lître sotemenî tê. 2,5 milyon lître nefta ku em li hundir rafîne dikin jî em bi kûponan belayî xwediyê wesayîtan dikin. Ji vê 700 hezar lîtreyî pêşmerge û yekîneyên parastinê bi kar tînin."