İSTANBUL
Wezîrê Çavkaniyên Siruştî yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Aştî Hewramî got: "Nefta me nefta herî siyasî ya dinyayê ye, digel vê yekê ji bo em nefta xwe bibin bazara navneteweyî, Tirkiyeyê alîkarî da me. Tirkiyeyê bi vê helweste xwe nîşan da ku welatekî pêbawer e."
Hewramî li Otêla Grand Tarabyayê ya Stenbolê beşdarî konferansa "Mapping the Future of Energy"yê bû û li vir axivî.
Hewramî got li Iraqê rêxistina terorê ya Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) ji nişkêve derket holê û ji ber şer û pevçûnan desthilatdariya herêmê qels bû û ji ber qeyrana budçeyê jî nekarîbûne mehaneya pêşmerge û karmendan bidin. Hewramî diyar kir ku alîkariya xurek, derman û çekan hê jî negihiştiye herêmê.
Hewramî got:
"Ji bo em bikaribin yekîtiya axa herêmê biparêzin, divê dostên me alîkariya çekan bidin me" û diyar kir ku serjimara HKIyê 5 milyon e û li herêmê 1,4 milyon jî penaber hene.
Hewramî destnîşan kir ku DÎŞIyê hin çavkaniyên neftê bi dest xist û wiha berdewam kir: "Digel cînarên xwe em mecbûr in ku li dijî DÎŞIyê têbikoşin. Lewra divê em rê li ber alîkariya ku ji bo DÎŞI û alîgirên DÎŞIyê tê şandin bigrin."
Hewramî bal kişand ser xebatên damezrandina hikûmetê û wiha got:
"Divê li Bexdayê hikûmeteke piralî û hevpar bê damezrandin. Hêz, dahat û kanên vejenê bi edelet bên parvekirin. Heke hikûmetek navendî bê avakirin dibe ku yekîtiya Iraqê bê parastin. Kurd ji bo tevlî hikûmetê bibin dixwazin hin şertên wan bên bicihanîn. Divê mafên me yên aboriyê bên dayîn, şerê neft û gazê bi dawî bibe. Em dizanin ku ev hemû bi hev du re nayên bicihanîn; lê belê qet nebe bila qewl bê danîn."