WASHINGTON
Rêvebiriya Amerîkayê êrîşên yekîneyên girêdayî artêşa Beşar Esed ên ser herêmên di destê muxalifan de şermezar kir.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYAyê Jen Psakî, bal kişand ser şerê Sûriyeyê û got ku li Sûriyeyê xelkê bêsûc ne tenê ji aliyê DÎŞIyê ve tê kuştin rejima Esed jî wan ji xwe re kiriye hedef û wiha berdewam kir: "Ji aliyekî ve civaka navneteweyî ji bo li dijî DÎŞIyê bibe yek û ber xwe bide têdikoşe, ji aliyê din ve yekîneyên girêdayî artêşa Esed êrîşî gelê herêmê dike."
Psakî wiha berdewam kir: "Rejima Sûriyeyê herêma herî qelebalix a Şamê bombe kir, em vê êrîşê şermezar dikin. Li gor agahiyên ku şahidên bûyerê dan, artêşê di 6 rojên dawî de bi sedan roket avêt herêma Cobarê."
Psakî got ew bangî rejima Sûriyeyê û alîgirên wan dikin ku di demeke kurt de dawî li bombekirina herêmê bînin û got ku divê hesabê vê qetlîmê ji berpirsiyaran bê pirsîn.