HEWLÊR
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Sefîn Dîzayî got ku wan îdiayên li ser neft firotina Îsraîlê bi awayekî bi xwe bawer derewandine.
Dîzayî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku wan wekî hikûmet neft nefirotiye tu dewletê û wiha got: "Hikûmeta HKIê tu carî neft nefirot Îsraîlê. Em îdiayên bi vî şiklî red dikin. Em neftê difroşin hin şirketan. Ev şirket jî di nav borsaya neftê de cih digrin. Wekî hikûmet me rasterast neft nefirotiye tu dewletê. Şirketên ku ji me neftê distînin, li ser teleban difroşin. Em bi awayekî bi xwe bawer nûçeyên li ser vê mijarê tên weşandin qebûl nakin û dibêjin ev agahî derew in."
Di hin nûçeyên ku saziyên çapemeniyê de hatibû îdiakirin tankêrên ku nefta HKIê ya li Ceyhanê tê komkirin dibin û tînin li bendêra Aşkelonê ya Îsraîlê sekinîne.
Berdevkê Herêma Kurdistana Iraqê ji 1ê kanûna paşîn vir ve bi xeta boriyê neftê dişîne Tirkiyeyê. Cara ewil di 22ê gulanê de neft hatibû firotin. Tankêra ku li Ceyhanê lê neft hatibû barkirin ji bo neftê bigihîne piyaseya navneteweyî ketibûn rê.