Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzayî got ku Li Tirkiyeyê piştî ku hikûmet ava bibe jî pêwendiyên di navbera Enqere û Hewlêrê wê dewam bikin.
Dîzayî li ser malpera fermî a hikûmetê daxuyaniyek da û wiha got: "Ji bo ku herêma Kurdistanê di qada aborî, bazirganî û veberhênanê de pêş ve here Tirkiyeyê piştgirî da. Veberhênan û bazirganiya di navbera Tirkiye û Iraqê qasî 10 milyar dolarî ye. 8 milyar dolarê wê ji bazirganiya bi herêma Kurdistanê re ye. Tirkiye û herêma Kurdistanê ji hêla bazirganiyê ve xwedî hecmeke mezin in."
Dîzayî destnîşan kir ku piştî hilbijartinê ew çû ziyareta Tirkiyeyê û bi partiyên siyasî re, rêvebirên hikûmetê re hevdîtinan pêk anî û wiha axivî: "Hemû alî jî dixwazin bi herêma Kurdistanê re ji hêla aborî û siyasî ve pêwendiyên xurt pêk bînin. Piştî ku hikûmet ava bibe jî pêwendiyên di navbera Enqere û Hewlêrê wê dewam bikin."
Dîzayî behsa peymana di navbera Bexda û Hewlêrê ya ku di 2yê çileya paşîn a 2014an de hat îmzekirin kir û wiha dewam kir: "Li gor peymanê Hewlêrê di bin kontrola Şirketa Neftê ya Neteweyî ya Iraqê (SOMO) rojê 550 hezar warêl neft wê îxrac bikira û hikûmeta navend jî wê li şûna vê para herêma Kurdistanê ya sedî 17 bêkêmasî bida. Ev peyman li ser qanûna budçeyê ya Iraqê ya 2015an jî hat zêdekirin. Herêma Kurdistanê ji serê 2015an vir ve wê nefta ku dihat xwestin di bin kontrola SOMOyê şand. Divê Bexdayê jî di nav 6 mehan de 5 milyar dolar bişanda. Lê heta niha milyarek û 800 milyon dolar gihîşte destê me. Heke me ev nefta ku me teslîmê SOMOyê kir di bazara cihanê de bifrota me yê 800 milyon dolar qezenc bikira."
Dîzayî got ku ji bo mehaneya karmendan bê dayîn û ji vê qeyrana aboriyê xilas bibin ew ê nefta xwe bifroşin û wiha axivî: "Em ê rasterast nefta xwe bifroşin û ji sedî 90 hewcedariyên xwe peyda bikin. Em li ser vê mijarê bi partiyên siyasî re û komîsyonên di parlemetoyê de ne re axivîn. Ew jî piştgiriyê didin hikûmetê."