06 Nîsan 2017•Rojanekirin: 11 Nîsan 2017
XAN ŞÊXÛN
Sivîlên ku di êrîşa bi sîlahên kîmyewî ya ku rejima Esed biribû ser Xan Şêxûna bajaroka Îdlibê da miribûn tên definkirin. Ji ber ku cî tune hin cinazeyên ji heman malê dixin heman merzelî.
Gelê Xan Şêxûnê eqrebeyên xwe yên ku di êrîşa kîmyewî da winda kirin defin dikin. Ji ber ku di goristana navçeyê da cî tune cinazeyên ji heman malbatê dixin heman merzelan.
Di nav gelê bajarokê da do gotinek derket ku "kesên ji ber xazê mirine ew ê çend roj şûnda dîsa rabin" li ser vê hin malbatan nexwestin ku eqrebeyên wan bên definkirin.
Ji ber ku eqrebeyên wan li nexweşxaneyan tên dermankirin cinazeyê hin kesan bêxweyî man û gelê bajarokê wan jî defin dikin.
Hat ragihandin ku malbata keçika ku ji ber serê cinazeyê pîrika xwe venediqetiya li nexweşxaneyê tê dermankirin.
Tê dîtin ku piştî êrîşê kesên li navenda bajarokê malên xwe terk kirin, hin kesên ku mane jî amadehiyên xwe dikin ku derbasî herêmên ewledar bibin.
Rejimê pêr bi sîlahên kîmyewî va êrîşî Xan Şêxûna bajaroka Îdlibê kiribû, di êrîşê da gelek zarok û jin jî tev 100 sivîl miribûn, ji 500î zêdetir kes jî di tesîra xaza kîmyewî da mabûn.