06 Nîsan 2017•Rojanekirin: 11 Nîsan 2017
ÎDLIB
Li Sûriyeyê sivîlên ku li Xan Şêxûnê rastî êrîşa kîmyewî ya rejima Esed hatin û niha tedawî dibin, behsa bûyerê kirin. Mexdûrên rastî êrîşa kimyewî hatin ku li navenda Îdlibê tedawî dibin ji nûçegihanê AAyê re behsa dema êrîşê û rewşa xwe kirin.
Ji mexdûran Ehmed Yûsif got: "Me hew nihêrî ji bêtêlê bangeke tê û dibêje ku li hewayê balafirek heye. Wê demê em ji malên xwe derketin û ber bi sitargehan ve reviyan. Ji nişka ve ji balafirê bombeya xazê hat avêtin. Dema gaz belav bû, me nizanibû ku emê çi bikin. Hin mirov ji xwe ve çûn û ketin erdê. Min jî çavê xwe li nexweşxaneyê vekir.
Şeyma Suweydaniya 6 salî jî got: "Dema balafirê bombe avêt em ketin erdê û me çavê xwe li nexweşxaneyê vekir."
Ji mexdûran Ehmed Sefer jî got ku tevî 6 zarokên xwe ji êrîşan zirar dîtin. Cîranên wî mirine û wiha dewam kir: "Em wan kesên ku êrîşî me kirin, hewaleyî Xwede dikin û çi bi serê me de anîne Xwede jî bi serê wan de bîne."
Hesen Mihemed Yûsif jî wiha behsa dema êrîşê kir: "Dengê teqînê hat me. Ji bo ku ez mirovan xelas bikim ber bi cihê teqînê ve çûm, lê ez li wira ji xwe ve çûm. Dema şiyar bûm ez li nexweşxaneyê bûm. Niha jî min xebereke dilsoj girt, zarokê min şehîd bûye."
Assaf Şêxê ji bajaroka Xattabê bar kir û li Xan Şêxûnê bi cih bû got: "Me tiştek fêhm nekir ji nişka ve mirov ji xwe ve çûn û ketin erdê. Ez ji bo 2 zarokên xwe bigihînim nexweşxaneyê xebitîm. Niha ez nizanim zarokên min li kîjan nexweşxaneyê ne."
Mihemed Şûxay jî got ku piştî teqînê derketiye kuçeyê û ber bi dûmanê ve çûye. Kesekî bi wesayîta xwe biriye nexweşxaneyê û wê demê ew jî aciz bûye û li nexweşxaneyê girtine bin tedawiyê.
Wezîfedarê ekîba rizgarkirinê ya parastina sivîl Îsmaîl Reslan jî bi zor û zehmet axivî û got: "Di xebata xelaskirina birîndaran da ez jî aciz bûm. Ji duh ve rewşa min ne baş e."
Roja berê rejima Esed bi çekên kîmyewî êrîşî Xan Şêxûna bajaroka îdlibê kir. Di êrîşê da gelekê wan zarok û bi tevahî 100 sivîl mirin, 500 sivîl jî ji ber madeya kîmyewî jehrê ketin.