Haydar Şahin
05 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2020
Li dinyayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ji 66 milyonî derbas bû.
Li gor daneyên "Worldometers"a malpera daneyên Kovîd-19ê yên welat û herêman berhev dike, hejmara kesên bi Kovîd-19ê ya ji Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê û li dinyayê belav bû ketin derket 66 milyon û 231 hezar û 472yan.
Li Amerîkayê 14 milyon û 772 hezar û 535 kes, 9 milyon 608 hezar û 418 kes li Hindistanê, 6 milyon û 534 hezar û 951 kes li Brezîlyayê, 2 milyon û 402 hezar û 949 kes li Rûsya, 2 milyon û 268 hezar û 552 kes li Fransaya, milyonek û 699 hezar û 145 kes li Îspanyayê, milyonek û 690 hezar û 432 kes li Îngiltereyê, milyonek û 688 hezar û 939 kes li Îtalyayê, milyonek û 454 hezar û 631 kes li Arjantînê, milyonek û 352 hezar û 607 kes li Kolombiyayê, milyonek û 156 hezar û 770 kes li Meksîkayê bi Kovîd-19ê ketin.
Li dinyayê ji ber Kovîd-19ê milyonek û 524 hezar û 473 kes mirin, 45 milyon û 812 hezar û 972 kes jî ji vîrusê xilas bûn û pak bûn.