05 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2020
Ligel îdiayên dibêjin PKKya rêxistina terorê navenda Şengala navçeya Mûsila bajarê Iraqê vala kir tê gotin ku endamên rêxistina terorê ji herêmê venekişiyan, li Çiyayê Şengalê hene.
Hikûmeta Bexdayê û Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) di 9ê cotmehê da di çavdêriya Neteweyên Yekbûyî da peyamana ku hebûna PKKyê ya li Şengalê bi dawî bike îmze kiribûn.
Piştî vê hikûmeta navendî ya Iraqê di 20 mijdarê da 2 lîwayên polêsên federal şand Şengalê.
Rayedarên hikûmeta navendî diyar kirin ku peymanê pêk tînin, bi xebatên nav vê hefteyê kirin va hêzên Iraqê li Şengalê hatin bicîkirin û aliyên çekdar (PKK) Şengal terk kirin.
Hikûmeta HKIyê jî got li ser peymana Şengalê ne, ji Şengalê derxistina endamên PKKyê wezîfeya Bexdayê ye.
- "Karê valakirinê şanoyek e û rast nîne"
Qedîr Qaçaxê berpirsyarê Şengalê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku PKK li nevanda Şengalê û Çiyayê Şengalê heye.
Qaçax hebûna li navenda Şengalê ya endamên PKKyê piştrat kir û got,"Qereqola polêsan a mezin ya li Şengalê hê nehatiye valakirin, yekeya wekî Hêza Esayîşa Şengalê tê binavkirin disekine û ev li dijî valakirinê derdikevin.
Qaçax bal kişand ku rêxistina terorê tevlî hêzên Iraqê yên hatin herêmê bûn û peyman nehat pêkanîn û wiha axivî: "Ji bo rayê NYyê bidin hin herêm vala kirin lêbelê karê valakirinê şanoyek e û rast nîne."
- "Li navenda Şengalê xilas bibin jî li gund, çiya û her alî hene"
Qedîr Qaçax destnîşan kir ku nasnaêeya Heşdî Şebiyê ya hemû milîsên herêmî yên girêdayî PKKyê hene û ev girêdayî Heşdî Şebiyê jî ne, li gor peymanê dibê Heşdî Şebî û PKK li Şengalê nemînin.
Qaçax wiha pê da çû:
"Hinekên wan qiyafetên (PKKyê) xwe guherandine yên civîlan li xwe kirine. Bi vî awayî xwe vedişêrin. Hinek jî şandina dora çiyayê Şengalê û wan deran. Dibêjin ku hêzan Şengal terk kirine. Dibê ev ji hemû sinorên navçeyê derkevin ne bi tenê ji navenda navçeyê. Li navenda Şengalê xilas bibin jî li gund, çiya û her alî hene. Hinekên wan kincên Heşdî Şebiyê xwe kirin hinekên wan yên sivîlan. Ev çalakiyên protestoyê li dar dixin û dibêjin ku bi vê peymanê razî nînin."