Haydar Şahin
25 Îlon 2025•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2025
Li Duhoka bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ku weke navenda tirî, mewij, doşav û dimsê tê zanîn, 125 cureyê tirî yê wê sifreyan dixemilîne.
Li deverê Doskî û Mangeşkayê ku li wan deran rezvanî çavkaniyeke giring e ji bo aboriyê, rezvanan dest bi çinînê kir.
Li gundê Dêrgijnikê yê devera Mangeşkayê Hisên Evdile yê rezvan ku gelek cureyê tirî di nava yek baxî da daniye, ji nûçegihanê AAyê ra axivî.
Hisên Evdile ku di erdê xwe yê 6 donimî de 17 cureyên tirî daniye, anî ziman ku ew her roj serdana rezê xwe dike û avdan, birîn û lênêrîna pêwîst dike.
Hisên Evdile diyar kir ku herêma Doskî, ku gundê wan lê ye, av, hewa û axa wê ji bo rezvaniyê guncaw e û ew li bendê ye ku îsal bi qasî 6 ton berhem bi dest bixînin.
Hisên Evdile bal kişand ser wê yekê ku berhemê xwe him bi tirîtî difiroşe û him jî dike mewij, doşav û dims.
Rezvan Hisên Evdile destnîşan kir ku daxwaz ji bo mewijan zêde ye û got, "Daxwaz pir zêde ye. Em hewlek taybetî didin mewijan bikin. Em ji 5 kîlo tirî kîloyek mewij çêdikin. Her wiha em ji tirîyên reş doşava siruştî û bê madeyên lêzêdekirî çêdikin."
Rezvanekî din ê ji Duhokê, Evdirehman Silêman ku zêdetirî 50 salan e ku bi rezvaniyê va mijûl e, weke yek ji serkeftîtirîn rezvanê herêmê tê binavkirin.
Rezvan Evdirehman Silêman tora avdanê ya teknolojîk li rezê xwe çêkiriye û bi berdewamî pêşketinan dişopîne, salane zêdetirî 30 ton tirî hildiberîne.
Evdirehman Silêman got ku tirîyê herêmî tamxweş e, ji ber ku ew xwe li gorî avhewaya herêmê diguncînin û di jîngehek e guncaw de mezin dibin, cihekî taybet digire.