Sinan Doğan
25 Îlon 2025•Rojanekirin: 25 Îlon 2025
Li bakurê rojavayê Venezuelaya welatê Amerikaya Başûr bi mezinahiya 6,2yê erd hejiya.
Navenda Lêkolîna Jeolojîk a DYAyê (USGS) ragihand ku navenda erdhejê bajarê Mene Grande yê eyaleta Zulia ya Venezuelayê ye.
Edheja bi mezinahiya 6,2 ya ku bi qasî 7,8 kîlometroyan di binê erdê da çêbû, li beşeke mezin a Venezuelayê û li herêma sînor a Kolombiyayê hat hîskirin.
Derbarê ziyanên can û mal yê piştî erdhejê da hîn tu daxuyanî nehatiye dayîn.