19 Îlon 2017•Rojanekirin: 19 Îlon 2017
ST. LOUIS
Li Mîssouriya eyaleta DYAyê reşikan bertek nîşan da ku çima polêsê 6 sal berê ciwanekî reşik kuştibû berdane û xwestin ku kesên di çalakiyan da hatine binçavkirin serbest bên berdan.
Bi sedan çalakvan li pêşiya navenda binçavkirinê ya li St. Louîsê civiyan, ji bo ku 120 kesên di protestoyên ji roja înê vir da dewam dikin da hatin binçavkirin serbest bên berdan çalakî li dar xistin.
Polêsan diyar kir ku hin kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Wek mayîn organîzatorên protestoyan gotin ku çalakiyê îro jî dewam bikin.
- Protestoyên li St. Louîsê ew ê îro jî dewam bikin
Protestoyên li dijî serbestberdana Jason Stockleyê polêsê ku di sala 2011an da li St. Louîsa eyalet Anthony Lamar Smîthê 24 salî li ser şika firotina hişbirê kuştibû, hatin lidarxisin jî dewam dikin.
Lawrence O’Tooleyê Midûrê Ewlekariya St. Louîsê diyar kir ku di protestoyên ku ji roja înê vir da dewam dikin da 11 polês birîndar bûn, 120 çalakvan hatin binçavkirin.
Wezareta Dadê ya DYAyê li ser protestoyên ku dewam dikin daxuyaniya nivîskî da û got ji bo Stockley sûcdar bikin bi qasî têrê bike delîl tunene.