Yılmaz Kazandıoğlu
25 Nîsan 2024•Rojanekirin: 27 Nîsan 2024
Li Wanê jin beşdarî şahiya biharê bûn û di qadên weke kaşkirina werîs, reva di çewal da û bi kevçî birina hêkê da ketin pêşbaziyê.
Navenda Daristan û Piştgiriya Malbatan a li Taxa Eminpaşayê di bin sîwana Qaymeqamtiya Edremîtê da xebatên xwe birêva dibe, ji bo jina çalakiyek li dar xist.
Jinên li navendê tên perwerdekirin digel jinên taxê beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê da mehîr li beşdaran hat belavkirin.
Di çarçoveya şahiyê da jin di qadên weke kaşkirina werîs, reva di çewal da û bi kevçî birina hêkê da ketin pêşbaziyê. Wextê pêşbazî hat kirin dîmenên rengîn derketin holê.
Sidika Baysala li navendê hînê xwendin û nivîsînê dibe got, "Me li vir govend girt. Em ketin pêşbaziyê. Em şa bûn. Spasiya wan kesan dikim ku keda wan di vê şahiyê da heye."