KABUL
Li çend deverên cuda yên Pêncşîra bajarê Efxanistanê şepe ket û di encamê de 128 kes mirin.
Waliyê Pêncşîrê Evdilrehman Kabîrî daxuyanî da AAyê û got ku ev du roj in zehf berf dibare û ji ber vê li herêmên cuda cuda yên bajêr bi dehan şepe ketin û heta niha 128 kes mirin.
Kabîrî diyar kir ku bi qasî 40 kesî birîndar bûn, bi dehan jî di bin şepeyê de mane û xebatên tîmên xelaskirinê jî didomin.
Li navend û bakurê Efxanistanê her sal ji ber şepeyê gelek kes dimirin.