Hat ragihandin ku li Kabula paytexta Efganistanê bi wesayîta bombebarkirî ve êrîş birin ser hêzên li welêt û di êrîşî de personelekî Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) cangorî bû û personelek jî birîndar bû.
Serokatiya Sererkaniyê li ser malpera xwe ya înternetê daxuyanî da û ragihand ku li Kabula paytexta Efganistanê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî ser wesayîta parêzvanên Serbalyoz Îsmaîl Aramaz kirin. Êrîş di 05.45an de qewimî û di êrîşê de personelekî TSKyê cangorî bû û personelek jî birîndar bû.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Xwedê rehma xwe li şehîdê me bike û serê malbata wî, Hêzên me yên Çekdar û gelê meyê ezîz sax be."
Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî yê Efganistanê Eyup Salanyî jî diyar kir, êrîş li ser wesayîta ku şofêrê wê tirk bû hat kirin.