Muhammet Kurşun
05 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2017
ANKARA
Rojnameya Ingilîz The Timesê, bal kişand ser wê yekê ku di netîceya peymana PYD/PKK û DEAŞê li Reqayê de îhtimala wê yekê heye ku milîtanên DEAŞê berê xwe bidin Ewropayê û êrişan bikin.
Rojnameya The Timesê, di xebera xwe de nivîsand ku PYD/PKKa ku navê HSDê bi kar tîne di kêliya operasyona Reqayê de peyman bi DEAŞê re çêkir û bi sedan endamên DEAŞê bajêr terk kirin, hinekan ji wan berê xwe da sînorê Tirkiyê û hatin girtin.
Di xeberê de, hevpeyvîna Seddam El Hemadiyê 26 salî ku dema bi sedan endamên DEAŞê re dixwest bikeve Tirkiyê hatin girtin cih girt.
Li gor xebera The Timesê, hemanî wiha gotiye: "YPG, yên ku digire piştî 10-15 rojan serbest dihêle."
Herwiha di xeberê de hat diyarkirin ku Hemadî ji aliyê muxalifên rejima Esed yên digel Tirkiyê hereket dikin hatiye girtin.
Di xebera The Timesê de li ser zarê Hemadî hat destnîşankirin ku, "Endamên DEAŞê yên ku destûr hat dayîn ji Reqayê derkevin tirs heye ku ji bo êrişan berê xwe bidin Ewropayê."
Rêxistina terorî PYD/PKKê bi piştgiriya Amerîkayê 17ê Çiriya Pêşîn Reqaya qaleya DEAŞê bi dest xistibû.
Ji bo derketina endamên DEAŞê rêxistinê bi PYD/PKKê re peyman çêkiribû.