Fatih Erel
06 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2022
Li Ewropayê qelevanên navdar ên ku bi performansa xwe derketin pêş, mohra xwe li sala çûyî da.
Qelevanên navdar ên ku li Ewropayê dileyîzin, bi performansên xwe yên di tîma neteweyî an jî lîgan da nîşan dan va par nav û dengên wan zêde bû.
5 qelevanên ku mohra xwe li 2021ê da:
- Gianluigi Donnarumma (Mîlan/Parîs Saint-Germain, Îtalya)
Gianluigi Donnarummayê qelevanê Îtalyan bi formeya Tîma Neteweyî ya Îtalyayê va Şampiyonaya Fitbolê ya Ewropayê ya 2020î qezenc kir, wekî lîstikvanê herî baş ê tûrnûvayê hat neqandin û ji Mîlana tîma Lîga Fitbolê ya Yekemîn a Îtalyayê transferî Paris Saint-Germaina (PSG) ekîba Lîga Fitbolê ya Yekemîn a Fransayê bû. Kovara France Footballê xelata qelevanê herî baş ê sezona 2020-2021ê da Gianluigi Donnarumma.
Qelevanê Îtalyan bi formeya Mîlanê sezona borî ji 48 pêşbirkan di 15 pêşbirkan da nehîşt gol were avêtin, 54 gol xwaribû. Vê sezonê jî di PSGyê da heta niha ji 12 pêşbirkan di 5 pêşbirkan da gol nexwar, di pêşbirkên din da tenê 9 gol xwar.
- Edouard Mendy (Chelsea, Senegal)
Di Lîga Şampiyonên UEFAyê da Chelseayê Manchester City 1-0 têk bir û bû şampiyonê sezona 2020-2021êç Di vê serkeftinê da para herî girîng ya qelevanê Senegalî yê Chelseayê Edouard Mendy ye.
Di Lîga Şampiyonan a UEFAyê da Mendy mohra xwe li sezona 2020-2021ê da, ji 12 pêşbirkan di 9an da nehîşt gol werin avêtin, di sê pêşbirkên din da tenê 3 gol xwar.
Sezona borî ji 45 pêşbirkan di 25an da nehişt gol werin avêtin, lê nikaribû pêşî li ber 30 golî bigire. Di vê sezonê da jî ji 26 pêşbirkan di 12an da nehişt gol werin avêtin û bi tevahî 18 gol xwarin.
- Ederson (Manchester City, Brezîlya)
Ederson di Manchester Citya tîma Lîga Premier a Îngiltereyê da dileyîze û di şampiyontiya tîmê ya sezona 2020-2021ê da roleke xwe ya girîng heye. Ederson di lîgê da ji 36 pêşbirkan di 19 pêşbirkan da nehîşt gol werin avêtin, di pêşbirkên din da 28 gol xwarin.
Di sezona 2020-2021ê ya Lîga Şampiyonên UEFAyê da ji 12 pêşbirkan di 7 pêşbirkan da nehîşt gol werin avêtin, di pêşbirkên din da 5 gol xwarin. Qelevanê Brezîlyayî di sezona borî da ji 48 pêşbirkan di 26an da gol nexwarin, di pêşbirkên din da 33 gol xwarin. Di vê sezonê da jî ji 25 pêşbirkan di 11an da gol nexwar, di pêşbirkên din da 21 gol xwarin.
- Manuel Neuer (Bayern Munîh, Almanya)
Di Lîga Fitbolê ya Yekem a Almanyayê da (Bundesliga) Bayern Munîh di sezona 2020-2021ê da bû şampiyon. Manuel Neuerê qelevanê tîmê di 33 pêşbirkên lîgê da leyîst, 42 gol xwar, di 9 pêşbirkan da gol nexwar.
Di fînala Kûpaya Dinyayê Kulûbên 2020î FIFAyê da Bayern Munîhê Tîgresa tîma Meksîkayê 1-0 têk bir. Qelevanê 35 salî di pêşbirkê da qeleya tîma xwe parast.
Neuer di sezona borî da di hemû pêşbirkan da leyîst ji 46 pêşbirkan di 14an da gol nexwar, di yên din da 55 gol xwar.
Vê sezonê ji 25 pêşbirkan di 10an da gol nexwar, yên din da 25 gol xwar.
- Jan Oblak (Atletico Madrid, Slovenya)
Jan Oblak di tîma Atletico Madridê da dileyîze û di Lîga Fitbolê ya Yekem a Îspanyayê (La Liga) da di sezona 2020-2021ê da Real Madrid û Barcelona derbas kir û bû şampiyon. Jan Oblakbi performansa xwe va derket pêş.
Qelevanê 28 salî sezona borî di La Ligayê da bû qelevanê herî serkeftî.
Oblak di sezona borî da di 46 pêşbirkan da leyîst û di 20 pêşbirkan da gol nexwar, di yên din da 36 gol xwar. Vê sezonê jî ji 25 pêşbirkan di 7an da gol nexwar, di yên din da 30 gol xwar.