Serokomar Erdogan li Rîzeyê di merasima vebûna komî de axivî
Özcan Yıldırım
11 Îlon 2026•Rojanekirin: 11 Îlon 2026
ANKARA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Em ne tenê beramberî 86 milyonî, beramberî nifşên siberojê jî berpirsiyar in. Ji bo vê em bi tişta ku mixalefet dibêje û tişta ku dike mijûl nabin. Em ne aliyê pevçûna di navbera wan da ne û ne jî em dixwazin bela xwe bifiroşin wan."
Serokomar Erdogan li Rîzeyê ji ber vebûna komî ya veberhênanên ku çêkirina wan hatiye temamkirin, beşdarî merasima ku li qada li kêleka Waliyetiya Rîzeyê hat li dar xistin bû.
Erdogan anî ziman ku ew bextewariya li Rîzeyê bûnê û bi hevwelatiyên xwe re derbirîna hesretê dijî.
Serokomar Erdogan diyar kir ku wî nimêja înê li Mizgefta Navendî ya Sahilê kiriye, li wir bi hevwelatiyên xwe ra dua, hesbihal û musafaha kiriye.
Serokomar Erdogan got, "Ez feyde dibînim ku careke din teqez li ser vê bisekinim. Dibe ku rojevên yên din cuda bin. Dibe ku yên din bi derdên mîlletê me re nebin xwedî derd. Dibe ku yên din guhên xwe li daxwaz û bendewariyên mîlletê me bigirin. Dibe ku yên din sibeh û êvarê bi hev re pev biçin, nîqaş bikin, tevlîhev bibin lê belê qet lûksekî me yê wiha çênabe. Ji ber ku em emanet û berpirsiyariya we hildigirin. Em hêviya milyonên ku rûyê xwe dane welatê me hildigirin. Em ne tenê beramberî 86 milyonî, beramberî nifşên siberojê jî berpirsiyar in. Ji bo vê em bi tişta ku mixalefet dibêje û tişta ku dike mijûl nabin. Em ne aliyê pevçûna di navbera wan da ne û ne jî em dixwazin bela xwe bifiroşin wan. Di rojeva vî birayê we da, tenê xizmet heye, parastina welatê me ya ji çembera agir a li derdora wê, ji qeyran û pevçûnan heye, xwedîderketina heqî ya li emaneta we heye."
Serokomar Erdogan wiha pê da çû:
"We em ne ji bo ku em patroniyê li we bikin, belkî ji bo ku em xizmetkariyê ji we ra bikin anîn van meqaman. Em jî tenê peywira xwe dikin, erka xwe dikin, bi evînê xizmetê ji we ra dikin. Heta ku ev can di vê bedenê da be bi destûra Xwedayê Mezin em ê bêyî ku rawestin, ranewestin û betilî bibêjin ji bo we bezîna xwe berdewam in. Ez dixwazim berhemên ku me vebûna wan kir û veberhênanên ku me bingehên wan avêtin ji Rîzeya me, welatê me û mîlletê me re bibin xêr. Ez spasiyên xwe digehînim hemû birayên xwe yên ku keda wan di van berheman de heye."
Piştî axaftinan, vebûna komî ya berhem û projeyên ku nirxê wan ê veberhênanê yê giştî gihîşt 10 milyar lîreyî bi duayan hate kirin.
Di merasimê da Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guherankariya Îqlimê Murat Kurum, Wezîrê Ciwanî û Werzişê Osman Aşkin Bak, Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memisoglu, Wezîrê Çandinî û Daristanê Îbrahîm Yumakli, Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê Abdulkadir Uraloglu, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokê Karên Siyasî û Hiqûqî Hayatî Yazici, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Burhanettîn Duran, Waliyê Rîzeyê Îhsan Selim Baydaş, Şaredarê Rîzeyê Rahmî Metîn û rayedarên din amade bûn.
Serokomar Erdogan li Rîzeyê di merasima vebûna komî de axivî