Türkan Tosun
13 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2020
Li Hindistanê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 716 kes mirin.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê da hat destnîşankirin bi mirina 716 kesan va hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirine derkete 109 hezar û 856an.
Li Hindistanê di 24 saetên dawîn da 55 hezar û 342 kesên din jî bi Kovîd-19ê ketin, hejmara pêketiyan derket 7 milyon û 175 hezar û 880î.
Li welêt heta niha 6 milyon û 227 hezar û 295 kesên bi vîrusê ketibûn jî pak bûn.
Li gor daneyên malpera "Worldometer"ê ya agahiyên Kovîd-19ê berhev dike, Hindistan ji hêla hejmara waqieyan va li dinyayê di rêza 2yan da cî digre.