Ali Makram Ghareeb
19 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2022
Hat ragihandin, li başûrê bajarê Kerkûkê yê Iraqê di operasyona hêza polêsê federal a Iraqê ya dijî rêxistina terorê DEAŞê da terorîstek hat kuştin.
Berpirsê Çapemeniyê yê Midûriyeta Polêsê Kerkûkê Amir Nurî di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir, operasyon li nêzîkî navçeya Hewîceyê û bajaroka Riyadê hat kirin.
Nurî destnîşan kir, hêzên asîmanî yên Iraqê jî piştgirî dan operasyonê û terorîstek hat kuştin, gelek teqemenî hatin bidestxistin.
Duh li başûrê Kerkûkê di êrîşa bibombe ya rêxistina terorê DEAŞê da 9 polêsên federal ên Iraqê hatibûn kuştin.
DEAŞê di hezîrana 2014an da tevahiyê Mûsil, Selahedîn û Enbarê, qismekî Diyala û Kerkûkê zeft kiribû, herêm di nav salan da hatibûn xilaskirin.
Serokwezîrê Iraqê yê berê Heyder Ebadî di 9ê berfanbara 2017an da diyar kiribû ku li dijî rêxistinê serfirazî bi dest xistin.
DEAŞa rêxistina terorê ji herêmê hat derxistin, bajar û bajarok paşda hatin sitandin, ser vê ra 5 sal derbas bûn, lêbelê DEAŞ hê li deverên çiyayî yên parêzgehên navborî êrîşên xwe didomîne.