Mücahit Oktay
19 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2022
Elon Musk ji roja ku Twitter kiriye û heta niha, xebatkar û kesên reklam didin di serî da di navbera wî û gelek aliyan da pirsgirêk derket. Musk li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir "Wekî serokê Twitterê divê ez îstifa bikim? Ez ê li gor vê anketê tev bigerim."
Patronê nû yû Twitterê piştî ku ev anket da destpêkirin, daxuyanî da û diyar kir ku ew di mijara îstifakirinê da "cidî" ye û wiha dewam kir, "Tu çi dixwazî, baldar be, lewra dibe ku tu wî dest bixî."
Anket wê nêzî 5 saet şûnda bi dawî be, heta niha ji 11 milyonî zêdetir kesan deng daye. Ji sedî 56,3yê ku deng dane, dibêjin ku bira Musk îstifa bike, ji sedî 43,7 jî dibêjin bira îstifa neke.
Elon Musk di 28ê cotmehê da Twitter bi 44 milyar dolarî kirîbû.