Nihat Kavşut
18 Hezîran 2020•Rojanekirin: 18 Hezîran 2020
Li Mogadişuya paytextê Somaliyê bombe teqiya û gelek kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji şahidên li herêmê hilda li herêma Hodanê li nêzî Dibistana Weqfa Mearifê ya Tirkiyeyê teqîn çêbû û gelek kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Fîqiyê ya li herêmê.
Tê texmînkirin ku bombeya kiribûn erdê teqiyaye.
Hê kesî êrîş hilnedaye ser xwe.