İSLAMABAD
Hat ragihandin ku li eyaleta Sîndê ya Pakistanê tirimbêlekê qeza kir û di qezayê de tanqa LPGyê ya wesayitê teqiya, di encama teqînê de 10 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.
Şêfê polêsan Haşîm Brohî daxuyand ku lastîka tirimbêla ku ji herêma Haydarabad ber bi herêma Karaçî ve diçû teqiya û wesayit ket xendekê. Di wesayita ku qeza kir de 18 rêwî hebûn.
Di qezayê de tanqa LPGyê ya wesayitê teqiya û di encamê de 10 rêwî mirin û 8 rêwî jî birîndar bûn.
Birîndar sewqî nexweşxaneyên derdorê kirin.