İbrahim Atmaca
04 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2020
Li navçeya Babê ya ku dikeve bakurê Sûriyeyê, li ber baregeha kontrolê ya hêzên asayîşê ya herêmî teqîn çêbû û 2 kes hatin kuştin, 7 kes birîndar bûn.
Li navenda navçeya Babê ya ku dikeve herêma Harekata Mertalê Feratê, li baregeheke kontrolê ya hêzên asayîşê yên herêmî teqîn çêbû.
Di teqîna ku sedema wê hê ne diyar e da 2 kes hatin kuştin, 7 kes birîndar bûn, li derdorê xesara madî çêbû.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên li navenda navçeyê.
Navçeya Babê di kontrola mixalifan da ye.