Barış Seçkin
25 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2023
Di Xiristiyaniyê da rojbûna Hezfretî Îsa di Cejna Noelê da tê pîrozkirin. Ji bo Cejna Noelê li Vatîkanê bi rêvebiriya Papa Franciscusê pêşengê ruhanî yê Katolîgan ayîn hat kirin.
Ayîna Noelê li Bazilikaya Ezîz Petrûs hat kirin û ji Dêra Katolîgan kardînal, monsenyor û nûnerên kordîplomatîk ên akredîteyê Vatîkanê jî tê da nêzî 6 hezar û 500 vexwandî beşdarî ayînê bûn.
Wekî par Papa Francîscus dîsa bi sendeliya biteker hat ayînê, beşdarvan teqdîs kirin û axivî.
Papa got "Îşev dilê me li Beytulahîmê ye" û gazin kir ku li ser axa ku Hz. Îsa welidiye dengê çekan hê dewam dike.
Papa di axaftina xwe da "pûtperestiya xerîdariyê" rexne kir û daxuyand ku divê meriv çanda xerîdarî û Noelê tevêhev neke.
Papa Franciscusê pêşengê ruhanî yê alema Katolîgan wê sibê di ayîna Noelê da li ser mijarên dinyayê peyaman bide û paşê jî wekî kevneşop xîtabî "Urbi et Orbi" (Roma û dinyayê) bike.