AMRAN
Hat ragihandin ku di pevçûna ku li Amrana bajarê Yêmenê de 11 kes mirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên artêşê hatin hildan, milîtanên hûsiyan li bakurê bajarê Amranê êrîşî qereqolekê kirin û di navbera wan û leşkeran de pevçûn derket. Di bûyerê de leşkerek û 10 hûsî, bi tevahî 11 kes mirin.
Hat radigandin ku li herêmê şer hê didome.
Hûsî ji bo ku baregehên leşkeriyê yên li herêma Seda û bajarê Amranê bi dest bixin ji sala 2006an vir de car caran êrîşî van deran dikin.