KERKÛK
Tirkmenên ku xwe bi navê "akinci" didin nasîn, Tazexûrmatûyê li dijî Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) bi pêşmergeyan re diparêzin.
Li herêma ku 15 kîlometreyî li başûrê Kerkûkê gundê Beşîrê ketibû destê DÎŞIyê. Nifûsê herêmê beriya êrîşan 15 hezar bû lê niha ji xêncî 5 hezar akinciyan kes li wir nema. Tirkmenên çekdar ji bo ku pêşiyê li êrîşan bibirin 24 saetan amade ne.
Nûçegihanê AAyê dîmenên akinciyên Tirkmen kişand. Di dîmenan de tê dîtin ku akinci ji serbazên ku ji artêşa Iraqê qetiyane perwerdeyê hildidin. Xwarin û xureka tirkmenên ku bi pêşmergeyan re herêmê diparêzên jî ji hêla eşîrên tirkmen ve tê dayîn.
Garîp Tuzxûrmatûluyê fermandarê akinciyan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di demên ewil de hêjmara wan 1000 kes bûye lê belê roj bi roj zêde bûne û hêjmara wan niha bûyê 5 hezaran.
Tuzxûrmatûlu destnîşan kir ku bi roj, bi 2 hezar kesî ve li ser sînor nobedê digrin û her tim bi pêşmergeyan re di nav têkiliyê de ne. Tuzxûrmatûlu got gava ku DÎŞI bi topên hewanê ve êrîşî wan dike pêşmerge piştevaniyê didin wan û bi topan ve bersivê didin DÎŞIyê.
Fermandarê cihê mewziyê Hemîd Ehmed jî diyar kir ku li dijî êrîşên DÎŞIyê her tim hişyar û baldar in.