Nihat Kavşut
16 Hezîran 2020•Rojanekirin: 17 Hezîran 2020
Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Sîma Sadat Lariyê destnîşan kir li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya nû di rojekê da 115 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 9 hezar û 65an.
Sîma Sadat Lariyê diyar kir 2 hezar û 563 nexweşên din hatine tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derketiye 192 hezar û 439an.
Lariyê destnîşan kir rewşa 2 hezar û 810 kesan giran e û got ku heta niha 152 hezar û 675 kes baş bûne.