16 Hezîran 2020•Rojanekirin: 17 Hezîran 2020
Li navçeya Ezezê ya li hemberî Kilîsê bombeya ku di minîbusa polêsan da hatibû bicihkirin teqiya.
Di êrîşê da 16 polês birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê.
Hêzên ewlehiyê yên li cihê bûyerê lêkolîn kirin û dibêjin dibe ku YPG/PKKya rêxistinê ev êrîş kiribe.
- Li Babê teqîn
Li bakurê Sûriyeyê li navçeya Babê jî bombeyeke duh şev di tankereke mazotê da hatibû bicihkirin teqiya.
Gelek tankerên li der û dorê zirar dîtin.
Tîmên agirkujê piştî demeke dirêj şewat vemirandin.
Di teqînê da kesek nemir, lê zirareke madî çêbû.
Hêzên ewlehiyê wisa texmîn dikin ku YPG/PKKya rêxistina terorê ev êrîş kiriye.