Tolga Akbaba
16 Nîsan 2026•Rojanekirin: 16 Nîsan 2026
Berdevkê Wezareta Perwerde û Hîndekariyê ya Îranê Elî Ferhadî ragihand ku li hemî dibistanên welatê wî piştî 21ê Nîsanê wê derbasî pergala perwerdeya ji dûr va bibin.
Li gorî ISNAya Ajansa Nuçeyan a Xwendekarên Zanîngehê ya Îranê, Ferhadî derbarê pergala perwedeya ji dûr va ya dibistanan da agahî da.
Berdevk Ferhadî ragihand ku li hemî dibistanên welêt ji 21ê Nîsanê şûn da, heta agahdarkirineke duyem, ewê pergala perwerdeya ji dûr va bê cîbicîkirin û hemî şert û mercên ji bo perwerdeya ji dûr va hatine pêkanîn.
Ferhadî destnîşan kir ku ev biryar dê hemî ast û qedemeyên perwerdeyê yên li hemî dibistanên welat, di xwe da bigire, lê derbarê sedema biryarê da ti agahiyeke bi hûrgilî neda.