Elif Orhan
24 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2019
PARÎS
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron got ku Ewropa piştî ku Serokdewletê Venezuelayê Nîcolas Maduro di gulana 2018an de bi awayekî "dereqanûnî" ji bo vê peywirê hat hilbijartin piştgiriyê dide ku li welêt demokrasî ji nû ve bê avakirin.
Macron ji ser hesaba xwe ya civakî peyama "Piştî ku di gulana 2018an de Nîcolas Maduro bi awayekî dereqanûnî hat hilbijartin Ewropa, piştgirî dide ku demokrasî ji nû ve bê avakirin. Ez silav didim wêrekiya bi sedhezaran Venezuelayiyên ku ji bo azadiya xwe dimeşin."
Serokê Meclisa Neteweyî ya Venezuelayê Juan Guaîdo di xwepêşandanên dijî hikûmetê yên li Caracasa paytextê welêt di axaftina xwe ya ji bo piştgirên xwe de gotibû ku "Ji bo dawîlêanîna xesbkirina birêvebiriyê, avakirina hikûmeta berwext û lidarxistina hilbijartinên azad ez sond dixwim ku peywira serokatiya dewletê ya ku ku ji Venezuelauê berpirsyar e hildim ser xwe."
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî daxuyaniyeke nivîskî dabû û eşkere kiribû ku Guaîdo wekî serokdewletê berwext ê Venezuelayê nas dike.
Serokdewletê Venezuelayê Nîcolas Maduro jî gotibû ku "Piştî ku Trump Guaîdoyê bin kontrola mixalefetê de wekî serokdewletê berwext nas kir hemû têkiliyên xwe yên bi Amerîkayê re birîn û Amerîka li welêt dijî hikûmeta meşrû derbeyê tertbî dike."