İbrahim Atmaca
24 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2019
DAVOS
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ji bo rewşa li Venezuelayê bangî hemû aktoran kir ku tansiyonê bixin û ji bo pêşîlêgirtina tundî û rageşiyê hewl bidin.
Li Davosa bajaroka Swîsreyê 49emîn Foruma Aboriyê ya Dinyayê hat lidarxistin û Berdevkê Sekreterê Giştî Stephane Dujarric jî beşdarî forumê bû. Dujarric daxuyaniya nivîskî da û got ku Sekreterê Giştî Guterres ji ber xeberên sivîlên ku li Venezuelayê di xwepêşandanan da mirin û bê hizûriya li Venezuelayê bi fi kar e.
Dujarric got ku Guterres dibêje bira ji bo bûyerên welêt bi awayekî bê alî lêpirsîn were vekirin.
Dujarric diyar kir ku Guterres ji rewşa li Venezuelayê bangî hemû aktoran kir ku tansiyonê bixin û ji bo pêşîlêgirtina tundî û rageşiyê hewl bidin û destnîşan kir ku hemû aktor bi awayekî "berfireh û pêbawer" derbasî diyaloga siyasî bibin.
Li Venezuelayê Serokê Meclisa Neteweyî Juan Guaido gotibû ku ew hikûmeta Serokê Dewletê Nicolas Maduro nas nakin û xwe wekî "serokê dewletê yê berwext" îlan kiribû.
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kiribû ku ew Serokê Meclisa Neteweyî Juan Guaido wekî "serokê berwext ê dewletê" dihesibîne û vê yekê qebûl dike. Serokê Konseya YEyê Donald Tusk jî piştgirî dabû serokê mixalefetê yê Venezuelayê û wiha gotibû: "Ez hêvî dikim ku hemû Ewropa piştgiriyê bide hêzên demokratîk ên li Venezuelayê. Berevajiyê Maduro, Meclisa Neteweyî û Juan Guaido xwediyê rayeya demokratîk a ku welatiyên Venezuelayê ew raye danê."